Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê
di roja 66. de dewam dikin. Li dijî êrîşên DAIŞ'ê jî, şervanên YPG û
YPJ'ê li her sê eniyan li ber xwe didin.
Di pevçûnên li eniyên rojhilat, başûr û rojava de, şervanên
YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin û wan ji herêmê
derdixînin. Yek ji eniyên ku lê şer giran e, eniya başûrrojava ye. Li vê
eniyê bi şev pevçûnên dijwar diqewimin, bi roj jî bi rêbaza sûîkastê
pevçûn bê navber dewam dike. Li vê eniyê, mîna li eniyên din moralê
şervanên YPG/YPJ'ê xurt û bilind e. Ji bo armanca û sozên hevalên xwe
yên winda kirine bicih bînin li ber xwe didin û destnîşan dikin ku heta
çeteyên DAIŞ'ê ji bajêr derxînin, ew ê berxwedana xwe dewam bikin.
Berxwadeneke mezin heyeYek
ji şervanên YPJ'ê yên li vê eniyê li dijî DAIŞ'ê têdikoş e Viyan Avareş
e. Du xwişkên wê jî li eniyên cuda di nava berxwedanê de ne. Bavê wê
jî, hem jî pêwîstiyên zarokan hem jî yên hevalan çareser bike, li eniya
paş di lojîstîkê de dixebite.
Viyan Avareş got, "Li Kobanê
berxwedaneke mezin hat nîşandan. Li vir ji sala 2011'an û vir ve şer
heye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em li aliyê Til Ebyadê bûn. Bi
tankan êrîşî me kirin, di destê me de jî bi tenê kalaşnîkov a me hebû.
Bi bi kalaşnîkovê berfi didan wan. Rewşa Kobanê wê baş bibe. Heta dilopa
dawî ya xwîna xwe em ê dest ji Kobanê bernedin. Di destê me de malek bi
tenê jî bimîne, em ê li wir li ber xwe bidin. Û serketin a me ye."
Viyan
Avareş da zanîn ku berî tevlî YPJ'ê bibe hin hevalên wê jiyana xwe ji
dest dane û tevlîbûna xwe bi van hevokan anî ziman: "Dema wan jî bi
lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin, min nema dikarîbû li malê rûniştî
bimam. Bavê min hat ji me re got, 'Rûniştina li malê êdî nabe' û li ser
vê yekê ez tevlî bûm. Bavê min destê me hersêyan girt û anîn teslîmî
hevalan kir. Serketin ji me xwest."
Viyana Avareş diyar kir ku li
eniya başûrrojhilat bi giranî şervanên jin şer dikin û got, "Dema em
êrîş dikin dijmin ji me ditirse. Ji tilîliyên me ditirsin. Piştî ku me
ewçend berdêl dan, em ê ti carî ji vir ji wan re nehêlin. Bila gele me
yê koçî Bakur kiriye vegere û destekê bide YPG/YPJ'ê. Em di çeperan de
bi hev re li ber xwe bidin. Serketin wê ya me be."
‘Vegerin Kobanê‘Zinar
Kobanê yê li gel Viyan Avareş di eniya başûrrojava de şer dike, anî
ziman ku rewşa li eniyê baş e. Zinar Kobanê got, "Êrîş kirin, lê tiştek
bi dest nexistin. Ji bo bidestxistina Kobanê çiqasî êrîş kirin ewqasî jî
rastî berxwedanê hatin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe
bidin." Zinar Kobanê bang li hemsaliyên xwe yên neçar man koçî Iraq û
Tirkiyeyê bikin kir û got, "Dest ji xaka xwe bernedin. Berê xwe bidin
Kobanê."
ERSÎN ÇAKSÛ/ÎBRAHÎM ASLAN /DÎHA / KOBANÊ