23 Kasım 2014 Pazar

‘Berê xwe bidin Kobanê’

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 66. de dewam dikin. Li dijî êrîşên DAIŞ'ê jî, şervanên YPG û YPJ'ê li her sê eniyan li ber xwe didin.

Di pevçûnên li eniyên rojhilat, başûr û rojava de, şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin û wan ji herêmê derdixînin. Yek ji eniyên ku lê şer giran e, eniya başûrrojava ye. Li vê eniyê bi şev pevçûnên dijwar diqewimin, bi roj jî bi rêbaza sûîkastê pevçûn bê navber dewam dike. Li vê eniyê, mîna li eniyên din moralê şervanên YPG/YPJ'ê xurt û bilind e. Ji bo armanca û sozên hevalên xwe yên winda kirine bicih bînin li ber xwe didin û destnîşan dikin ku heta çeteyên DAIŞ'ê ji bajêr derxînin, ew ê berxwedana xwe dewam bikin.

Berxwadeneke mezin heye

Yek ji şervanên YPJ'ê yên li vê eniyê li dijî DAIŞ'ê têdikoş e Viyan Avareş e. Du xwişkên wê jî li eniyên cuda di nava berxwedanê de ne. Bavê wê jî, hem jî pêwîstiyên zarokan hem jî yên hevalan çareser bike, li eniya paş di lojîstîkê de dixebite.
Viyan Avareş got, "Li Kobanê berxwedaneke mezin hat nîşandan. Li vir ji sala 2011'an û vir ve şer heye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em li aliyê Til Ebyadê bûn. Bi tankan êrîşî me kirin, di destê me de jî bi tenê kalaşnîkov a me hebû. Bi bi kalaşnîkovê berfi didan wan. Rewşa Kobanê wê baş bibe. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê dest ji Kobanê bernedin. Di destê me de malek bi tenê jî bimîne, em ê li wir li ber xwe bidin. Û serketin a me ye."
Viyan Avareş da zanîn ku berî tevlî YPJ'ê bibe hin hevalên wê jiyana xwe ji dest dane û tevlîbûna xwe bi van hevokan anî ziman: "Dema wan jî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin, min nema dikarîbû li malê rûniştî bimam. Bavê min hat ji me re got, 'Rûniştina li malê êdî nabe' û li ser vê yekê ez tevlî bûm. Bavê min destê me hersêyan girt û anîn teslîmî hevalan kir. Serketin ji me xwest."
Viyana Avareş diyar kir ku li eniya başûrrojhilat bi giranî şervanên jin şer dikin û got, "Dema em êrîş dikin dijmin ji me ditirse. Ji tilîliyên me ditirsin. Piştî ku me ewçend berdêl dan, em ê ti carî ji vir ji wan re nehêlin. Bila gele me yê koçî Bakur kiriye vegere û destekê bide YPG/YPJ'ê. Em di çeperan de bi hev re li ber xwe bidin. Serketin wê ya me be."

‘Vegerin Kobanê‘

Zinar Kobanê yê li gel Viyan Avareş di eniya başûrrojava de şer dike, anî ziman ku rewşa li eniyê baş e. Zinar Kobanê got, "Êrîş kirin, lê tiştek bi dest nexistin. Ji bo bidestxistina Kobanê çiqasî êrîş kirin ewqasî jî rastî berxwedanê hatin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin." Zinar Kobanê bang li hemsaliyên xwe yên neçar man koçî Iraq û Tirkiyeyê bikin kir û got, "Dest ji xaka xwe bernedin. Berê xwe bidin Kobanê."


ERSÎN ÇAKSÛ/ÎBRAHÎM ASLAN /DÎHA / KOBANÊ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder