Jin daketin qadan
Jinên Kurd yên li seranserê welatên Ewrupayê bi şîara “Ji tundiya li dijî jinan re na”, daketin qadan. Bi vê armancê li gelek bajarên Ewrupayê meş hatin lidarxistin.
Bi wesîleya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hember Jinê li herêmên Parîs û Ile De France çalakî pêk hatin. Jin li semta Seint Denisê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bûn û meşiyan. Piştre bi beşdariya endamên tevgera jinên Kurd panelek bi rojeva Kobanê hate lidarxistin. Li navenda Parîsê jî, rêxistinên jinan li qada Bastilleyê li hev kom bûn. Di çalakiyê de polîtîkayên cudakar ên li dijî jinan û kêmkirinên butçeya jinan a Fransayê şermezar kirin. Parlamenterên Partiya Komunîst (PS) senator û şaredar jî tevlî çalakiyê bûn. Kolektîfa Jinan a Neteweyî û rêxistinên feminîst bi pankartên xwe tevlî meşa li vê derê bûn. Li Qada Republiqueyê mîtîngek pêk hat û axaftin hatin kirin. Li bajarê Marsîlayayê jî bi heman armancê meşek pêk hat. Meşa li ser banga Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê pêk hat. Li dû meşê, li meydana Vieux Portê mîtîngek hat lidarxistin. Meş û mîtîng bi axaftinên li ser navê Jinên kurd li Marsîlyayê û Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê, bi dawî bû.
Li Frankfurtê meş
Li bajarê Franfurt ê Elmanya meşek hat lidarxistin. Bi dehan jin beşdarî meşa li ber Îstasyona Trenê ya Navendî ya Franfurt bûn. Di meşê de pankartên, "Ji Şengalê heta Kobanê jin li ber xwe didin”, "Ji Qirkirina Jinê re bes e” hatin vekirin. Wêneyên jinên şoreşger Rosa Luxemburg, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Saylemez, Clara Zetkîn hatin hilgirtin. Li ser navê jinên ku hatin Qada Alte Oper berdevka Meclîsa Jinan a Amara axaftinek hat kirin. Rêvebera Saziya Jinan, "Courage" Bernadette Leîdînger Beîerle jî li vir axivî û got, "Em ji bo civakeke ku jin wekhev bijî û neyê pelçiqandin têdikoşin.
Li Dusseldorfê meşa navendî
Bi tevlîbûna jinên ji bajarên Dortmund, Duisburg, Essenê li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê meşek hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Arîn Mîrxan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin hilgirtin. Meşê heta ber Muzeya Hunerê ya Meydana Grabbeplatzê dewam kir. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, li ser navê Meclîsa Jinê ya Wuppertalê û Weqfa Utamara axaftin hatin kirni. Li dû axaftinan meş û mîtîng bi dawî bû. Li bajarê Nurnberg, Koln, li bajarê Hollanda Rotterdam, paytexta Awûstûrya Viyan bi heman armancê meş û mîtîng hatin lidarxistin. Di axaftinan de hat gotin ku Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd li hemberî sîstema kapîstalîst û serdest têdikoşe û bang li tevahiya jinan hat kirin ku vê têkoşînê li her qadê xurt bike. Aktîvîstên jin diyar kirin ku ew bi çalakiya xwe re tundiya mêr rûreş û şermerzar dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder