5 Aralık 2014 Cuma

Xeletiya dîrokî tê sererastkirin

Ji fermandarên eniya Serêkaniyê yê YPG/YPJ’ê Sozdar Avaşîn: Têkoşîna me ya li Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, têkoşîna mirovatiyê ye. YPG xeletiyek dîrokî sererast dike û gelên ji hev şikestine rabûrdiya wan tê sazkirin.“


Hêzên parastinê yên li Rojava ev demeke li dijî çeteyên DAIŞ‘ê pêngava eskerî dane dest pê kirin. Hêzên YPG’ê bi vê pêngavê “Kembera Erebî“ ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li Rojava hatibû avakirin têk diçe. Armanca vê ‘Kembera Erebî’ jî ew bû ku Kurdistanê perçe bike û yekîtiya Kurdan belav bike. Ji Serêkaniyê heta Kantona Kobanê ku li herêmek berfireh gelê Ereb lê hatiye bicihkirin û bi dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê re ev herêm ji aliyê YPG’ê hatin rizgarkirin. Şervanên YPG’ê cara pêşî ketin vê xeta ‘Kembera Erebî’. Herêma Girê Sipî ango Til Ebyad ku Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê ji hev vediqetîne û gelê Ereb lê heye hêzên YPG’ê bi nîşaneyên serketinê pêşwazî dikin.
Operasyona hêzên parastinê ku li başûr û başûr-rojavayê Serêkaniyê dane dest pê kirin ji aliyê Fermandara Eniya Serêkaniyê Sozdar Avaşîn ve hat nirxandin. Avaşîn diyarkir ku bi vê pêngavê re armanca wan piştgiriya ji bo Kobanê ye. Avaşîn got armanca wan ewe ku gefên li ser gelê Kurd ji holê rakin û ji bo parastinê talûkeyan têk bibin. Avaşîn diyarkir ku bi pêngava Serêkaniyê re gel û şervanên YPG’ê-YPJ’ê bi hevre dixebitin, operasyonên serketî pêk tînin û got pêşketina wan a li 20 kîlometreyan gelekî girînge.


Pêngav wê berdewam bike

Fermandar Sozda Avaşîn diyarkir ku wê ev pêngava eskerî li xeta Serêkaniyê dewam bike û heta ku  temînatek bi ewle bidin gel wê pêngav nesekine. Avaşîn wiha axivî; “Emê hebûna çeteyan a li vê derê têk bibin. Perspektîfa Rêber Apo ku ji bo xweseriya demokratîk daniye pêşiya me wezîfeya me yî sereke ye. Em dizanin ku ev êrîşên çeteyan li dijî pergala me ya alternatîf e.“
Avaşîn destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê ne tenê ji bo wan, ji bo tevahiya mirovatiyê talûkeyek mezin e. Avaşîn diyarkir ku ev rastî bi berxwedana Kobanê re hinekî din hatiye dîtin û ev yek jî bi saya hêzên YPG/YPJ’ê hatiye ferqkirin.


Bersiva “Kembera Erebî“ tê dayin

Avaşîn balkişand ser ji hev qutbûna her sê Kantonên Rojava û diyarkir ku ‘Kembera Erebî’ di sala 1964’an de ji aliyê Serokdewletê Sûrî Hafiz Esad ve ji bo qutbûna Kurdan hatiye avakirin. Avaşîn wiha got; “Armanca ‚Kembera Erebî’ ya li Rojava parçekirina gelê Kurd bû. Hê jî armanc ewe ku gelê Kurd ji hev qut bikin.“
Fermandara YPG’ê û YPJ’ê Sozdar Avaşîn wîha berdewam kir: “Kobanê jî dubareya dîrokê nîşan dide. Lê em wekî YPG/YPJ’ê di oxira canê xwe de be jî emê vê yekîtiyê ava bikin. Emê her sê kantonên Rojava bighînin hev û vê xetê vekin. Em tevgera mirovahiyê ne. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê em têdikoşin. Gelên me nasdikin jî vê rastiyê dibînin. Gelên di bin zextan de jî piştî ku em naskirin azadiya xwe dibînin.“ Avaşîn got di nava refên wan de ciwanên Ereb jî hene û Alman, Tirk, ji gelek qewman mirov tevlî şoreşa mirovahiyê dibin. 


‘Em koletiyê qebûl nakin’

Avaşîn balkişand ser gundên ku rizgarkirine û wiha axivî; „Li van gundan bi tilîlî û nîşaneyên serketinê me pêşwazî dikin. Em ji bo van hemûyan temînata jiyanê ne. Êdî her kes me nasdike. Her kes nasnameya xwe di Şoreşa Rojava de dibîne. Eger armanca me tenê azadiya gelê Kurd ba, gelên din bi me re tevlî şer nedibûn. Lewra ji hemû gelan di nava refê me de hene. Em ne hezkiriyê şer in, lê em koletiyê jî qebûl nakin. Xala ku em esas digrin yekîtiya demokratîk a gelan e. Em bi vê pêngava dawî re jî vê nîşan didin.“



ÎSMAÎL ESKÎN
/DÎHA/SERÊKANIYÊ  

Armanc jinavbirina Rojava ye

Piştî belavbûna belge û dîmenên ku Tirkiye hevkariya çeteyên DAIŞ’ê dike, li Başûrê Kurdistanê 66 partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan.

 Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hevkarî û piştgiriya alî, dewlet û rêxistinên ku li dijî DAIŞ’ê alîkariya me kurdan kirine, cihê rêzdariyê ye û nayê ji bîr kirin. Lê tevî alîkarî, piştgiriya welat û hevpeymanan a ji bo gelê Kurdistanê, hinek alî û welat jî hene ku ji bo bigihin armancên xwe, alîkariya DAIŞ’ê dikin. Em di vî warî de wan rastiyan ji raya giştî re eşkere dikin.”

Tirkiye dostaniya kî dike?
Serokê partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê YNDK Xefûr Mexmûrî daxuyanî xwend û got ku êrişa di deriyê Mûrşîdpinar yê sînorê Tirkiyê re pêk hat ji aliyê her kesî ve eşkere hat dîtin. Mexmûrî got, armanca Tirkiyê ya ji bo piştgiriya DAIŞ’ê, jinavbirina şoreşa rojavayê Kurdistanê ye. Ev jî tê wateya şikandina vîna gelê kurd. Di rewşekî wiha de em daxwaza lijneyeke bê alî dikin ku vê yekê bişopînin û rastiyan ji bo hemû aliyan derbêxin holê. Di heman demê de em daxwazê ji Tirkiyê dikin ku xwe yekalî bike, gelo dixwaze dostaniya kurdan bike yan jî ya DAIŞ’ê?
ROJNEWS/HEWLÊR

Arîn Mîrkan berxwedanê vegot

Yek ji fermandarên YPJ`ê Arîn Mîrkan ku li girê Miştenûrê yê Kobanê bi çalakiyeka fedaî ya li hemberî çeteyan bû yek ji sembolên berxwedan û têkoşîna azadiya jinê, beriya çalakiya xwe ji ANHA’yê re axivîbû û berxwedana dîrokî vegotibû.

Endama Fermandariya YPJ`ê Arîn Mîrkan (Dîlara Gençxemis) bi destpêkirina şerê Kobanê re tevlî berxwedana Kobanê bû. Di hemû şerên ku li gundên eniya rojhilatê Kobanê qewimîn de cihê xwe girt û di 5`ê Cotmeha 2014`an de ango di roja 20’emîn a berxwedana Kobanê de, li girê Miştenûr li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyeke fedaî li dar xist û jiyana xwe ji dest da. Arîn Mîrkan ku bûye yek ji sembolên berxwedana Kobanê û têkoşîna azadiya jinê, demek beriya çalakiya xwe pêk bîne, li taxa Kaniya Kurdan derbarê şerê li gundê Kîkan ê ku dikeve rojhilatê herêma Kobanê de ji nûçegihanên ANHA`ê Hogir Mustefa û Serbest Elî re axivî bû. Ajansa ANHA´yê vê hevpeyvîna li gel Arîn Mîrkan kir, ji xwendevanên xwe re weşand.

Çete çawa nêzî têkoşîna jinên Kurd dibin?

Duh bêtêla me ketibû destê çeteyan. Gelek caran çete bi me re li ser axivîn û her digotin "Em tiştekî bi we nakin, werin û xwe radestî me bikin" ji hevalên xort re digotin "Hûn çima jinan dixin refên pêş û li paş wan disekinin". Bi rastî jî mirov nikare behsa wan şeran bike, ji milekî ve girane û ji milê din ve mirov nikare bi gotinan bîne ziman. Di şerê li gundê Kîkanê de tiştê herî zêde ez pê bi bandor bûm hevalekî me yê bi navê Çavreş hebû, wê demê ew birîndar bû. Tangê li quncekî malekê da, ew di wê malê de bû û ez jî li beramberî wî sekinîbûm. Tangê li du hev gelek top avêtin dîwarê wî xanî heya ku kunek vekir, çawa ew kun hat vekirin, hevalê Çavreş BKS`ya xwe xist wê kunê û ji wir ve li tangê da. Heval bi ruhekî berxwedanê heya birîndar bû bi qehremaniyekê li hember çeteyan şer kir. Ji bo me ew mîna mesajeke ji çeteyan re bû..

Hun şerê çeteyan çawa dibînin?

Piraniya şerê DAIŞ`ê, şerê psîkolojî ye. Bi qîreqirê û çekên xwe yên giran êrîş dikin. Beriya êrîşî deverekê bikin, destpêkê bi çekên giran û hawanan lê didin û piştî ku her deverê xera dikin, êvarê êrîş dikin. Li hemu gundên me terzekî wisa bi kar anîn tu carî şerê sing bi sing nekirine. Şerê wan hemû şerê teknîkê ye.. Heya di şerê Kîkanê de, destpêkê hawan, çekên giran û topên tangan bi kar anîn. Tu lê temaşe dikî, hevalên me heya dawiyê di çeperên xwe de dimînin, wisa bêyî ku bi xwe yan jî kesayeta xwe de bifikirin şer dikirin û li ber xwe didan, heya hin hevalên me digotin eger malên vî gundî hemu ji min re bibin goristan jî dîsa em dev ji vî gundî bernadim. Li vir berxwedaneke bê hempa tê meşandin. 24 seatan ev heval di çeperên xwe de şer dikin.

Li gund şerek çawa çêbû?
Seat derdora 16.00`an şer dest pê kiribû. Êdî li wî gundî di navbera me û çeteyan de tenê 2 mal hebûn, yanî mesafeya 100 metre tenê di navbera me û wan de hebû. Me dizanibû ew li pey me ne û dema ku dunya tarî bibe ewê dest bi êrîşên xwe bikin. Wisa heya 2 rojan em li wî gundî man. Hawan davêtin me û çekên giran bi kar anîn, lê me li beramberî wan kilaşinkovên xwe bi kar anîn, lê ji ber ku di malan de bûn çekên me fêde nedikirin. Rojekê em hemû heval di çeperên xwe de hişyar bûn. Em 3 kom bûn. Me hemû tevgerên çeteyan dişopandin û ji paş ve jî me qordîneya şer dikir. Carekê me dît ku çete ketin maleke di pişt çepera hevalên me lê bûn, yanê ew ketin navbera me û hevalan de û heval di pişt xwe de hiştin. Wê demê me her parastinan wan dikir. Me ji hevalên di çeperê de got ku ji pişt xwe de bi bombe û RBC`yê li wan bidin. Wan hevalan RBC û bombe avêtin. Di wir de hevalekî me bi navê Çekdar Amed şehîd ket û hevalek jî birndar bû. Wisa em man heya seatên êvarê. Wê demê çeteyan duman derxistin û di nav de reviyan û bombe davêtin wan hevalan. Di nav dumanê de me nikaribû bandor li wan bikin. Wê demê 3 hevalên me birîndar bûn. Me parastina hevalên xwe kir heta ji malê derketin.

Şer hîn jî dewam dikir, yan qediya?
Nav vê carê li dora me kes nema û çete ketin pişta me. Carekê min dît siya wan gihişte ber mala em lê ne. Wê demê 3 kes bûn, hevalekî li gel me gule li wan barand û em ji wê malê derketin. Wê demê hejmara wan çeteyan zêde bûn. Em jî tenê 3 kes bûn. Çi kirin ku pêşve bên, me nehişt pêşve bên. Carinan yek ji wan dihat lê dîsa jî paşve vedigeriya. Em vegeriyan mala pişt, min ji hevalê li gel xwe Şervan re got "Ka bê şûna min, ezê biçim û rewşa hevalan binêrim". Dema ez ji gera xwe vegeriyam hevalê Şervan ji min re got "dengê xwe daxe û qut bike, hin kes li vir hene". Carekê me dît ku 4 kes hêdî hêdî tên. Min jê pirsî "ka ev hevalên me ne, lê DAIŞ in?" Ji ber ku heval Şervan nû bû, min ew da pişt xwe. Min lê nêrî ku çete pir rihet tev digerin. Heya wê demê min jî teqez nekiribû ka kî ne. Tenê 4 metre di nava me de bûn. Ez li ber kevirekî runiştîbûm, wan ez nedîtim, lê min ew didîtin. Destpêkê min got belkî heval in, ji ber ku bi rihetî hereket dikirin, dema me fêm kir ku çete ne min ew naskirin.

Pevçûn çêbû?

Carekê min got "heval" wan gotin "Elah û Ekber" û min gule li wan reşand û ew kuştin. Yekser min fêm kir ku em ketine nava hev. Wê demê ji bo parastinê min got em malekê paşve vegerin. Êdî seat gihişt derdora 22.00`an û em ketin nava hev. Hevalên me yên birîndar jî hebûn, em kêmek sekinîn heya şevê ji bo wan hevalan derxin û wisa şerê me dom kir heya nîva şevê. DAIŞ ne bi tenê ye hêzeke wisa ye ku ji gelek welatan alîkariyê digre. Biyanî di nava wan de gelek in. Weke mînak wê rojê hevalên me çend çete esîr girtibûn di nava wan de kesên ji Belcîkiyayê hebûn".


NAZDAR EBDÎ/ANHA/KOBANÊ


3 Aralık 2014 Çarşamba

Dr. Kemal Fuad li Berlînê hat defnkirin

Siyasetmedarê Kurd Dr Kemal Fuad ji ber nexweşiya şêrpenceyê li paytexta Almanya Berlînê jiyana xwe ji dest da. Dr Kemal Fuad kesayetiyeke maqûl û zana ku ji her aliyê Kurdistanê ve dihat hezkirin û wefata wî di nav Kurdan de bû sedema xemgîniyê.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Kemal Fuad ku di 17 ê mijdarê de jiyana xwe dest dabû, pêr  li Berlînê bi merasîmeke girseyî hate definkirin. Di merasîmê de ji başûrê Kurdistanê kesayetên wek endamê polûtbuya YNK ê û serokwezîrê berê yê herêma Soran Omer Fettah, Dr. Ehmed Berwarî, nûnerê Berlînê yê Hikûmeta Kurdistana Federal Dilshad Barzanî, nûnerê KNK'ê yê Almanyayê Kazim Baba, Zimanzan Cemal Nebes û girseyeke qelebalix jî beşdar bûn.
Li aliyê din Fuad bi çalakiyên cûr bi cûr ve jî tê bibîranîn. Bi heman mebestê jî li paytext Berlînê semînerek hate organîze kirin. Semînera li ser jiyan û têkoşîna Dr. Kemal Fuad ji aliyê Civata Azad ve hate lidarxistin. Di bîranînê de helbestvan û siyasetvan Kurmanc Harikî ku yek ji hevalên nêz yê Dr. Kemal Fuad bûye, li ser jiyan, têkoşîn û mirazên Dr. Fuad gotarekê pêşkêş kir.

15 salî dibe komunîst

Helbestvan Harikî wiha destnîşan kir ku li gel vê bingeha ji mîr û xanedanan jî ew tim di nav gel de bûye û ji bo serfiraziya wî têkoşiyaye. Harikî wiha li gotara xwe berdewam kir: "Dr. Kemal hêj di 15 saliya xwe de dikeve bin bandora hizra komunîstî û bi (Huzb ul Ehrar) re kar kiriye. Di 20 saliya xwe de dibe berbirsê partiya komunist ya beşê Silêmaniyeyê. Di sala 1947'an de beşdarî li serhildaneke li diji Înglizan kiriye. Herwisa di sala 1952'an de jî li Silêmaniyeyê serhildanekê li dijî pergalê birêkxistin dikin. Heta sala 1956'an bi awayekî aktîf li gel partiya komunîst kar dike. Wisa jî di jînenîgeriya Fuad de girtîgeh û êşkence jî ciyên girîng digirin. Dr. Fuad ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Şêx Mehmûdê Berzencî bi partiya komunist re dikeve nav nakokiyan û dev ji hevaltiya wan berdide.
Dr Kemal Fuad piştre diçe Bexdayê zanîngehê dixwîne û li Lubnanê jî master çêdike. Li Almanya li aliyê rojhelat dimîne, li zanîngeha Humboldtê berdewam dike. Li wir li ser wêje û zimanê Kurdî dixwîne û doktora werdigire.  Dr. Kemal Fuad herwisa yek ji damezirînerên komeleya Xwendekarên Kurd a li Ewropa jî bûye."
Kurmanc Harikî li ser bicihbûna Dr Fuad a li rojhelatê Almanya jî wiha axivî: "Hatina Berlîna rojhelat ji bo wî tercihek bû, ji ber ku ew li ser hizra çepgiriyê bû, wisa jî di nav nivîskar û zanyarên rojhelat de ciyekî wî rêzdar hebû.   Dr. Kemal Fuad wek fikr û îdeolojî ji Îbrahîm Ehmed û Cemîl Rojbeyanî wan re nêzîk bûye. Di sala 1975'an de li Berlînê li gel Mam Celal (Celal Talabanî) dicivin. Ji bo avakirina rêxistineke nû li hev dikin. Wek nêrîn Dr. Kemal tim layangirê nêzîkbûna partî û rêxistinên Kurdan bûye. Piştî PDK û YNK li hev dikin ew jî dibe serokê parlamenê û 3 salan kî karî bi rê ve dibe.  Ji ber nexweşiya xwe dîsa li Berlînê vedigere."
Helbestvan Harikî diyar kir ku ji ber xanima Dr. Kemal Helga xan û kurê wî ji mêj ve miribûn, du salên dawî ew û malbata wî tim li gel wî bûne. 

 YEKO ARDIL/BERLÎN

Sedsal wê bibe ya Kurdan

Endamê Komîteya Amadekar a Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm diyar kir ku ji bo lidarxistina kogreyê bingeh amade ye. Xelîl bal kişand ku çiqas zû were li dar xistin ew qas baş ̧e û got ku divê sedsala bê bibe ya Kurdan.

 
Der barê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de Endamê Desteya Rêveber ê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Endamê Komîteya Amadekar ê Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm di hevpeyvînek bi ajansa RojNewsê re diyar kir. Îbrahîm got divê dewletên herêmî ji Kongreya Neteweyî netirsin. Îbrahîm da zanîn ku armanca wan ji kongreya Netewî ewe ku aştî û demokrasiyê bênin herêmê. Xelîl ku got: “Divê Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî dest bi karên xwe bike“ û têkildarî yekîtiya neteweyî pirsên me bersivandin.

Niha heta çi astê guncave ku amadekariyên ji bo Kongreya Neteweyî dest pê bikin û ji bo konge were lidarxistin?
Em wekî Kurd erk û pêdiviyên vê qonaxê bêyî Kongeya Neteweyî nikarin para xwe ya vê qonaxa hestyar û çarenivisiyê bi dest bixin. Navçe hemû di nava guhertinan de ye, ev guhertin bi awayekî bi lez rû didin. Lewra Kongreya Neteweyî hêviya gelê Kurd e. Di rastiyê de em dereng ketin, diviya bû heta niha kongre hatiba lidarxistin. Ji ber di kongreyê de ji bo vê qonaxa siyasiya nû ya Kurdan re wê salek li ser Peymana Saykis Pîko re derbas bibe. Divê nexşeya Saykis Pîko were guhertin. Nabe sed sal li ser Saykis Pîko re derbas bibe. Nabe Kurd ji bo vê qonaxê, guhertin û pêşveçûnan bê amadekarî be. Divê Kurd xwe amade bikin, siyaset û stratejiya xwe darêjin.
Mijara Kongreya Neteweyî berpirsyartiyekî mezin e, pêwîstiyekî giring a vê qonaxê ye. Niha em di qonaxekî hestyar re derbas dibin. Em ligel terorîstan di nava şer de ne û ev ji bo Kurdan cihekî giring e. Pirsgirêka Kurd ji berwedana di vê qonaxê de nîşandayî, nêzî hezar û 500 kîlometre axa Kurdistanê tê parastin. Ev tiştekî pir giring e û pişta terorîstan ji aliyê Kurdan ve tê şikandin. Niha hevpeymaniyeke navneteweyî heye. Divê em di vî şerî de serkeftî bin, ji bo em di çareserkirina pirsgirêka Kurd de serbikevin. Ji bo em li her parçeyekê bibin xwediyê taybetmendiyên xwe yên taybet. Kongreya Neteweyî dikare destnîşan bike ku Kurd çawa dikarin mafê parastina rewa encam bidin. Siyaset û stratejiya nû ya neteweya Kurd çawa be, çawa xizmeta çand, ziman û pirsgirêkên xwe yên di warê civakî, ciwan û jinan de bikin. Her wiha em çawa destkeftiyên xwe pêşbixin, biparêzin û servetên xwe yên xwezayî ji bo xwe biparêzin. Divê em ji bo van tiştan hemûyan planekî baş daynin.
Kurdistan di warê petrol, av, dewlemendiya bin erdî, xwezayî û tiştên din de erdingariyek pir dewlimend e. Îro ger ava Bakur û petrola Başûr hev bigre û alîkariya hev bikin, wê Kurd bibin gelekî pir dewlemend. Her wiha wê hemû pirsgirêkên li welatên me ber bi çareseriyê ve biçin, ji ber ku hemû dewletên herêmê pêwîstiya wan bi av û petrola me heye. Em jî di nav herdu aliyan de dewlimendin, şerê niha û siberojê jî li ser av û petrolê ye. Divê siyasetekî taybet ji bo vê mijarê were danîn. Lewra ev tişt hemû bi Kongreya Neteweyî pêk tên. Her çendî hinek nakokiyên siyasî û astengî li pêşiya vê kongreyê hebin jî, divê em zû van astengiyan rakin.

Di dema amadekariyên Kongreya Neteweyî de çi pirsgirêk hatin pêşiya Komîteya Amadekar a kongreyê û wisa kir ku hûn kongreyê taloq bikin?
Pirsgirêk hebûn, lê ew pirsgirêk ne di nava Komîteya Amadekar de bûn. Raste dîtinên cuda cuda di nava Komîteya Amadekar de hebûn. Mînak pirsgirêka hêjmarê hebû, ango endamên kongreyê çawa bin û çawa werin parvekirin. Ev parvekirin li ser parçeyên Kurdistanê li gor cihê siyasî be, li gor hêjmara rûniştvanan an jî tiştên di rojevê de be. Yan jî sîstema serokatiya kongreyê çawa be? Gelo hevserok be yan jî serokatiya wê hebe. Ev ji bo çend dewreyan be, çawa kar bike û li kuderê be? Ev pirsgirêk hebûn, lê pirsgirêkek tune bû bibe sedem ku kongre neyê lidarxisitn. Belkî pirsgirêka herî mezin hinek nakokî hebûn, ev jî li derveyî Komîteya Amadekar û di nava partiyên serekî yên Kurdistanê de hebûn. Gelek nakokî li ser rojavayê Kurdistanê hebûn, bi rastî ya Rojava girêya kur bû. Ji ber pirsgirêk di navbera Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENK) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) de hebûn. Pirsgirêk li ser sînor hebûn.
Pirsgirêk zêdetir di navbera du aliyên serekî yên Kurdistanê, PKK û PDK’ê de hebûn. Niha piştî ku pêşmerge çûn Kobanê û şerê DAIŞ’ê derket pêş. Em hemû ji Helebê heta digihe Celewla û Xaneqînê li dijî terorê di eniyeke şer de ne. Her wiha li Dihokê di navbera TEV-DEM û ENKS’ê de peyman hat îmzekirin. Ango çûyîna pêşmergeyan ji bo Kobanê û bi riya Amerîka Tirkiye hat er ê kirin. Birayên YPG û PYD’ê jî li ser şandina pêşmergeyan û alîkariya ji bo Kobanê razî bûn. Her wiha hevpeymaniya navneteweyî ji bo Şengal, Mûsil û Mexmûrê alîkariya pêşmergeyan dike, bi vî awayî li Kobanê jî piştgirî û alîkariya Kurdan dike. Ev pêşketinekî mezin e. Ligel peymana Dihokê, ev 3 xalên ji bo Kurdan pir girîng in û dikare bingeheke xweş ji bo Kongreya Neteweyî ava bike.
Ev pirsgirêk li derveyî Komîteya Amadekar bên çareserkirin û ji bo Komîteya Amadekar di amadekariyên kongreyê de serkeftî bibe. Piraniya karûbarên Komîteya Amadekar temam bûne. Rapor hatin nivîsandin û tenê rapora siyasî mabû. Pirsgirêk di rapora siyasî de hebûn. Mînak; dihat gotin ku çima zêdetir mafê axaftinê di hinek mijaran de zêdetir dane, yan jî çima parçeyekî ji parçeyekî din zêdetir maf pê hatiye dayîn. Bi baweriya min ev jî ne pirsgirêkekî mezin e. Piştî ku birêz Abdullah Ocalan nameyek ji serok Barzanî re şand, ji bo van mijaran jî dergeh vekirî hiştibû, dîsa pirsgirêka serokatiya kongreyê jî ne pirsgirêkekî ewqas mezin e.
Îro demeke pir guncav heye û pêwîst e Komîteya Amadekar dest bi kar bike. Ji ber ku niha piştgiriya navneteweyî heye. Ji ber ku niha navê Kurdan li hemû cîhanê belav bûye. Îro berxwedana Kobanê manşeta hemû rojnameyan e. Ev ji bo Kurdan cihê serbilindiyê ye. Ji bo gelê Kurd giring e ku berî meha adara 2016’an, siyaseta xwe ya neteweyî bi temamî danîbe, ji ber ku di vê salê de wê sed sal li ser peymana Saykis Pîko re derbas bibe. Dîrok pir giring e. Îro 500 sal li ser Çaldiranê re derbas dibe û cara yekemîn Kurdistan hat parçekirin. 100 sal li ser şerê cîhanê yê yekemîn re derbas dibe. Lewra giring e em dîrokê bikin rawestgehek ji bo em ber bi qonaxekî din ve amade bin. Divê sedsala bê bibe sedsala gelê Kurd.

Ev demek dirêj e ku gelê Kurd daxwaza Kongreya Neteweyî dike. Her wiha dema tu ji her aliyekî siyasî pirs dikî, ew jî daxwaza lidarxistina kongreyê dikin. Sedem çiye heta niha kongre nehatiye lidarxistin?
Berê rewşa gelê Kurd ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ne zêde guncav bû. Di 2013’an de jî dema amadekariyan dest pê kir, gelek karên baş hatin kirin. Hêzên her çar parçeyên Kurdistanê nêzî hev bûn û ev ji bo wê yekê bû ev pirsgirêkên me behs kirine, derbikevin. Divê îro ji bo Kongreya Neteweyî hemû partî cidî bin. Ji ber gelek guhertin hene û dîrok jî rehmê li tu kesê nake. Me wekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê gelek hewldan kirin, niha jî em di nava hewldanan de ne. Me ligel biraderên Qendîlê jî guftûgo kirin. Em ê di demekî nêzîk de ligel PDK û YNK’ê jî biaxivin. Me ligel TEV-DEM û ENKS’ê jî axiviye. Em wekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê daxwaz dikin ku di demekî herî kurt de Kongreya Neteweyî were lidarxistin. Her wiha em daxwazê ji rêxistinên civaka sivîl, ciwan, jin û kesayetiyan bikin ku bikevin tevgerê.
Nabe kongre bibe kongreya partiyan, belkî di rastiya xwe de Kongreya Neteweyî be. Em ligel wê yekê ne Komîteya Amadekar dest bi kar bike. Ji ber ku hinek kesayetî û rêxistin hene, ew jî beşdar bibin û bibin xwedî rol.

Çi rolê dewletên herêmî û navneteweyî li ser taloqkirina Kongreya Neteweyî hebû, her wiha dîtina wan a li beramberî Kongreya Neteweyî çawa bû?
Dewletên herêmî dixwazin bizanin em bi riya Kongreya Neteweyî çi bikin û em çi dixwazin. Divê em armanca Kongreya Neteweyî ji bo dewletên herêmî û navneteweyî aşkera bikin. Di despêka amadekariyên Komîteya Amadekar a kongreyê de, hin zanyarî gihiştin destê me ku hinek têbiniyên Îranê li ser kongreyê hene. Diyar bû desteya serokatiya Komîteya Amadekar ligel Îranê axivîbûn û ji wan re armanca kongreyê behskiribûn. Lê ger ew jî razî nebin an jî pirsgirêkan ji bo kongreyê derbêxin, em nikarin li gor destûra wan kongreyê saz bikin. Dibe ku pirsgirêk û sansorê dirûst bikin, lê divê em wan piştrast bikin ku kongre ji bo tu welatekî din nabe metirsî. Berevajî kongre wê bibe sedemê aramî, azadî, demokrasî, pêşveçûna aborî û siyasî ya herêmê. Bêguman em dixwazin kongre di berjewendiyên hemû welatên herêmê de be. Kongreya Neteweyî karekî aşkera ye û ajandayekî veşartî di nav de nîne. Hemû karûbarên kongreyê vekirîne.
Em ê nameyekê pêşkêşî cîhanê bikin û bêjin em Kurd di vê qonaxê de pêwîst dibînin ku vê kongreya xwe lidarbixin. Di nameyê de em ê bi aşkerayî behsa armancên kongreyê bikin. Her wiha pêwîst e bi riya dîplomasiyê bi awayekî zelal ji welatên herêmê re bê gotin. Bêguman partiyên me, kêm-zêde peywendî ligel dewletan heye, her kes bi riya xwe dewletên herêmê têbigihînin ku armanca lidarxistina Kongreya Neteweyî çiye. Dîsa divê Komîteya Amadekar bi riya lijneyeke dîplomasiyê guftûgo ligel dewletên herêmê bimeşîne.

Kongreya neteweyî wê bibe bersiva dijmin

Gelo Kongreya Neteweyî ya Kurd dikare di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan çi bike? Gelo ger kongre neyê lidarxistin, wê çi rûbide?
Pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ye. Êrişên DAIŞ’ê jî ew yek eşkere kiriye ku pirsgirêka Kurd yek e û dijmin jî yek e. Em gelekin, xakeke me heye û erdnîgariya me jî yek e. Dîrokê zilm li me kiriye, em kirine parçe parçe û dewletên dagirker li dijî Kurdan ev rol leyîstine. Ji bo Kurd bersiva van dagirkerî û zilmane bide. Divê gelê Kurd xwe ji bo dîzayna nû amade bike. Nabe çavê me li dewletên dagîrker bin. Ev dewlet nabin dewletên demokrat, ji ber ji bo berjewendiyên dewletan hatine çêkirin, nikarin xwe di bingeh de biguherînin. Her wiha ji ber ne bi îradeya gelên herêmê hatine avakirin. Kurd geleke û hêjmara rûniştvanên wê zêdetirî 40 milyonan e. Heta nebûne xwediyê heremekî girêdayî xwe ya siyasî, al û cih tune ne. Lewra divê kongreya neteweyî van pirsgirêkan çareser bike, xal li ser hemû tîpan dane. Siyaset, plan û nexşe riyê dane ku Kurd çawa bibin xwedî cih û mafên xwe bi dest bixin.
PEYWEND KURDÎ /ALÎ DAGLI / ROJNEWS / HEWLÊR

Rojane çeka biryarê xo cêre bena goristanê

Dîyîşê çekê ver şerwanekî di şerekî de û verîya şahadetê dîmenenkî rê ver yena girewtiş la belê dema ti ser gora têkoşerekî çekekî vînenî êdî no normalbîyîşî ra vejîyena. Di goristanê şehîdan zî ona bi.

Di goristana şehîdan a heremê Kobanê de, ver kerrayê gorekê çekek ameybi ronayiş. No gora ya têkoşer Rêjver Kobanê yo ke di 29’ê citmenge 2014 de şehîd kewtbi. Rêjber di serra 2013’ê de beşdarî mîyanê refê YPGê bi. Roja verîya ke şehîd bikewo bi parçeyê bombeyekî birîndar bi û peynî no rojekê bi kewtişê hawaneykî di eniya rojhîlat de cuyayişê xo dest da.
Di goristanê şerwanekî sewbî vindertbi, ey ame ver gora ey, ronişt û bi vengekî pirz nêzdî dest bi qise kerdişê kerd. Di mîyanê de raynan bê veng mendî, tena gorê û goristanî temaşe kerdî û ray sewbî qalkerdişê xo dom kerd. Nê rojana û qewimyayişê ke di şerê Kobanê de derbas bîynê têkoşerê ameynê vatiş. 
Dema vatişê xo bi peynî kerdî, warişt ser pîya, silom û soz da, çek girewt û kewt rîya eniyê. Şerwanê han birayê têkoşer Rêjber Izet Cimo bi. Izet bi destpêkerdişê şerê Kobanê ra beşdarê eniya şer benao û bi şahadeta birayê xo Rêjber ra nameyê ey, x ora kerd û çek ey girewt. 
Rêjber rojane yena serpirodayişê goristanê, çeka birayê xo gêna ser gora ey, şona gorê sewbî, silomê heme têkoşeran dona, agêrena ser gora Rêjber ronişeno û ey ra behsê qewimînê di eniyê Kobanê û bi tyabetî cay eke ey bîyo û embazê ey kenî. Hetanê nika zî Rêjber şona serdana gora birayê xo keno.

KOBANÊ

Çimeyê têkoşîna demokratikê Apogerî yo

Perdeyê siyasî yê ki hetê netewedewleta mezganê kurdan û heme şaranê rojakewtena mîyanen de agêriyayî bi de Mexsedê korbîrênî estîbî. Modernîteyê Kapîtalîstî bi awan kerdena netewe dewleta no korbirê çinêkerdene aşana û heqîqeta şaranê rojakewtena.

Mejuya şaran, netewan baweriyan/olan çînan bi têkoşîna xopawitene, xo ray vistene û verdewameya estbîyayena xoya degrotê ya. Bi nê tewgêrayenana mejuyên tîtikneyaya rîpelan dê mejuya raşt ro. Na tîtik nayene kiştên ra vîr û bawerîya merdim, kom, cemat, şar, netewe û bawerîyan de veta beyntar kişta bîne ra zî şaristaniya ki kapîtalîzmî devîsta xîzmetê xo, çimeyê ci înkar kerdo, zey îcadê xo mojnayo merdimeyî veta beyntar.
Her vetene, awankerdene û viraştina ki biya kariteyîya merdimeyî de arîq, gonîya têkoşeran esta. Bi no cehd û bina tewgerayena merdimeyî daraxê xebata xo berdo berz û resnayo menzîlanê neweyan.têkoşîna şarê kurdî de zî veten, viraşten, resnayen û caardenê ki bi tîpanê zerdênana tîtikneyayê mêjuya kariteyî ro estê. Nê veten û resnayenî bi cehdêno bêhema, bi xo verrodayenêna bênimune ya livdaranê şarê kurdî ya vijyayê beyntar/mabên.
Vijyayena fikrî û babetê nê awankerdenanê erjan babetê wela x ora welidnayene yo. Nê vijyayenî heman wext de serkewtena kurdê xo ver ro derî mojnenê merdimeyî. Merdimeyî na awankerdene de, na mojnayene dev rihê amyayenên da newê vinena.
A amyayena/dahatûya ki cuya komelkî ya kominale-ehlaqî politike xo mîyan de nimnena. Bi arizî şerê kurdî na mojnayene de dirnesyena perdeyanê siyaya yê ki mezgê ci de agêriyayî bi vinenê. Dirnayena nê perdeyan aya biyayena hewnê mergi ra yo. Na ayabiyayene zî çimeyê kariteyiya têkoşîna xoseriyî, o çimeyo ki bi deste moderniteyê kapitalistî ya pesneya bî teqnena.

Mexsedê netewdewlete asanayena korbîran a

Perdeyê siyasî yê ki hetê netewedewleta mezganê kurdan û heme şaranê rojakewtena mîyanen de agêriyayî bi de mexsedê korbîrênî estîbî. Modernîteyê Kapîtalîstî bi awan kerdena netewe dewleta no korbirê çinêkerdene aşana û heqîqeta şaranê rojakewtena mîyanen de dirbetê xorî akerdî û seweta ki nê dirbetî nimiteyî bimanê raşteya şaran deviste korbir ro.
Netewe dewelete nê kerdenanê xo de qurbano tewr veren şarê kurdî weçinabî, welatê Kurdistanî zey kadawraya serkewtenan netewedewlete, maseyê operasyonê xo sero rakerdibi. La şarê kurdî wayîrê sir û qiwetê ol û baweriya Zerdeştî yo.
Roj ame ki “Kerwano ki Hz. Yusuf korbirî ra vet” raştû şarê kurdî ame. Erjo ki kakilê heqiqeta şarê kurdî xo mîyan de nimneno korbîr ra vijya û zey rojê rojakewtena mîyanêne akewt, bi berz û perdeye siyayî pêro dirnayî. Tîjiya nê rojê akewteyî, hem zerriya şarê kurdî hem zî mezgê şarê kurdî roşn kerd. Şarê ma verniya xo dÎ, mejuya xo ya ki bi destanê leyminana amaya dimlatkerdene sero serwext bî. Bi na diyene û biyayena çimeyê îniyê têkoşîna xo xurt kerd.
Mexsedê pergala netewedewlete eşkere û verçim o. No mexsedo korbirên de zemine çinêkerdena şarên bi tewrê erjanê ci yê komelki, kariteyî û mejuyî virazê. No zemîn de çinêkerdena şarêno ki wayirê karitenêna/çandêna derg û dila ya nimiteyo. Talankerdoxanê Kurdistanî bin o plana waştêne ki heme erjanê şar û welate kurd û Kurdistanî defînê dilqêno zûrayî mîyan.
Bi no dilqa çimeyê têkoşîna şari bipeysnê, heqîqete dimlaşt kere û zey malê xo bimojnê merdimeyî.
Seweta ki nê planê xo de bi ser kewê vere verikan zerri û mezganê merdimanê kurdan de perdeye sîyayî afrotî; ziwan, karitene û mejuya şarê kurdî înkar kerdî. Bi nê kerdenana amyayena şarê kurdî mij û moranî mîyan de verdê. Bi nê plananê leyminan û mexsedanê xincikinana erjanê şarê kurdî rê korbîrî asanayî.

Çimeyê têkoşîna şarê kurdî wela xora cuyena

Homayanê netewe dewlete aqilmendanê moderniteyê kapîtalîstî welatê ma Kurdistan; cayo ki kitabanê pîrozan rê biyo çimeyê ilhamê tasfiranê cinnetî açarnayî cehenemê şarê kurdî. No cehennem de erjê ki bi nameye şarê kurdiya vijyayê mabên eştî adirê nê cehennemîb mîyan, kerdî mele ki vay de, bide vayê xezebê xo ver.
Êverê erjanê şarê kurdî de na xirabeya ki hetê dewê Lewîathaniya ameye kerdene riyê nê dinyayi şero nêvineyaya. Xirabeyêna winî bi ki bi heme hetiya perçekerdene, cêservistene û mabên ra hewadayene amêbî plankerdene. Erjê şarê kurdî têverê nê kerdenanê gormestênan de xeylevên fini xewriyayî/bi xoya şî, kewti, weristî û ge ge adiri mîyan de ray girote.
Nê biyayenan vero raybaza erjanê/livdaranê şarê kurdî xoverodayene kerdi felsefeye cuya xo û raybaza wela xora welidnayene esas girote. Na raybaze sero vatenêna Zerdeştê kali ya ki vernikayi 3-4 hezari serran vatibi yen ama viri. Zerdeştê kali wina vatibi; “Sewata ku xirabeyi beyntar/maben ra hewadeyo gani ma xo verro bide.”

Têvere Ehrimanî de raybaza Ahûra Mazda

Felsefeyê Zerdeştî felsefeyo tewr veren odiali yo. Na na dialiyeyi de homayê tariyeyî û roşnayî estê. Ehriman homayê tariyeyî yo. Homayê zilm zor û talankereyi yo. Ahûra Mazda homayê roşnayî, homayê xo ver ro dêran o. Xo ver ro dêrê şaranê bindestan bi baweriya Ahûra Mazda ya wexto ki xo ver ro dayene de ganê xo feda bikerê do finakî cuya yena wela xo ra welidnayene bivinê.
Ewro roj goreyê têkoşîna şarê kurdî ya ki rojane mejuya xoverodayene nusnena de na raybaza Ahûra Mazda newedera cuyêna.
Her ki têkoşîna şarê kurdî ya seweta erjanê xo yê netewî bena berze dişmenê şarê kurdî bene vêşî û livdarê şarê kurdî zî wela x ora cuyênên çar parçeyanê Kurdistanê de, têverê hêzanê talanker û hegemonîkan de têkoşîna awankerdena cuya xoserî berz kene.

Desthilatdariya dewletdare dimlaştkerdena heqîqet a

Bi daneyanê mejuya kariteyi ya ki hêtê erdkendoxana vinyaya beyntar de tespit biyo ki desthilatdariya dewletdare bi komela hiyerarşîya dest pey kerda. Komela hiyerarşikê neheqeyî sero bi binpayi kerdena erjanê cinî/dayika awan biya. No riwal ra yo ki hîmê desthilatdariya dewletdare de zilm, zor, hîle û înkar esto. Bi nê kerdenanê teverê merdimeyi ya, bi awayêko bêexlaq desthilatdariya dewletdare awan biya. Hîmêno ki neheqîyî sero awan bo bi heqwerdana xo keno warî. O hîm yan ki a pergale teniya şen abi darê zilm û zoriya estbiyayena xo her roj vijêna ma vernî. 


SÎNAN SUTPAK