Operasyona hêzên parastinê ku li başûr û başûr-rojavayê Serêkaniyê dane dest pê kirin ji aliyê Fermandara Eniya Serêkaniyê Sozdar Avaşîn ve hat nirxandin. Avaşîn diyarkir ku bi vê pêngavê re armanca wan piştgiriya ji bo Kobanê ye. Avaşîn got armanca wan ewe ku gefên li ser gelê Kurd ji holê rakin û ji bo parastinê talûkeyan têk bibin. Avaşîn diyarkir ku bi pêngava Serêkaniyê re gel û şervanên YPG’ê-YPJ’ê bi hevre dixebitin, operasyonên serketî pêk tînin û got pêşketina wan a li 20 kîlometreyan gelekî girînge.
Pêngav wê berdewam bike
Fermandar Sozda Avaşîn diyarkir ku wê ev pêngava eskerî li xeta Serêkaniyê dewam bike û heta ku temînatek bi ewle bidin gel wê pêngav nesekine. Avaşîn wiha axivî; “Emê hebûna çeteyan a li vê derê têk bibin. Perspektîfa Rêber Apo ku ji bo xweseriya demokratîk daniye pêşiya me wezîfeya me yî sereke ye. Em dizanin ku ev êrîşên çeteyan li dijî pergala me ya alternatîf e.“
Avaşîn destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê ne tenê ji bo wan, ji bo tevahiya mirovatiyê talûkeyek mezin e. Avaşîn diyarkir ku ev rastî bi berxwedana Kobanê re hinekî din hatiye dîtin û ev yek jî bi saya hêzên YPG/YPJ’ê hatiye ferqkirin.
Bersiva “Kembera Erebî“ tê dayin
Avaşîn balkişand ser ji hev qutbûna her sê Kantonên Rojava û diyarkir ku ‘Kembera Erebî’ di sala 1964’an de ji aliyê Serokdewletê Sûrî Hafiz Esad ve ji bo qutbûna Kurdan hatiye avakirin. Avaşîn wiha got; “Armanca ‚Kembera Erebî’ ya li Rojava parçekirina gelê Kurd bû. Hê jî armanc ewe ku gelê Kurd ji hev qut bikin.“ Fermandara YPG’ê û YPJ’ê Sozdar Avaşîn wîha berdewam kir: “Kobanê jî dubareya dîrokê nîşan dide. Lê em wekî YPG/YPJ’ê di oxira canê xwe de be jî emê vê yekîtiyê ava bikin. Emê her sê kantonên Rojava bighînin hev û vê xetê vekin. Em tevgera mirovahiyê ne. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê em têdikoşin. Gelên me nasdikin jî vê rastiyê dibînin. Gelên di bin zextan de jî piştî ku em naskirin azadiya xwe dibînin.“ Avaşîn got di nava refên wan de ciwanên Ereb jî hene û Alman, Tirk, ji gelek qewman mirov tevlî şoreşa mirovahiyê dibin.
‘Em koletiyê qebûl nakin’
Avaşîn balkişand ser gundên ku rizgarkirine û wiha axivî; „Li van gundan bi tilîlî û nîşaneyên serketinê me pêşwazî dikin. Em ji bo van hemûyan temînata jiyanê ne. Êdî her kes me nasdike. Her kes nasnameya xwe di Şoreşa Rojava de dibîne. Eger armanca me tenê azadiya gelê Kurd ba, gelên din bi me re tevlî şer nedibûn. Lewra ji hemû gelan di nava refê me de hene. Em ne hezkiriyê şer in, lê em koletiyê jî qebûl nakin. Xala ku em esas digrin yekîtiya demokratîk a gelan e. Em bi vê pêngava dawî re jî vê nîşan didin.“
ÎSMAÎL ESKÎN /DÎHA/SERÊKANIYÊ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder