5 Aralık 2014 Cuma

Arîn Mîrkan berxwedanê vegot

Yek ji fermandarên YPJ`ê Arîn Mîrkan ku li girê Miştenûrê yê Kobanê bi çalakiyeka fedaî ya li hemberî çeteyan bû yek ji sembolên berxwedan û têkoşîna azadiya jinê, beriya çalakiya xwe ji ANHA’yê re axivîbû û berxwedana dîrokî vegotibû.

Endama Fermandariya YPJ`ê Arîn Mîrkan (Dîlara Gençxemis) bi destpêkirina şerê Kobanê re tevlî berxwedana Kobanê bû. Di hemû şerên ku li gundên eniya rojhilatê Kobanê qewimîn de cihê xwe girt û di 5`ê Cotmeha 2014`an de ango di roja 20’emîn a berxwedana Kobanê de, li girê Miştenûr li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyeke fedaî li dar xist û jiyana xwe ji dest da. Arîn Mîrkan ku bûye yek ji sembolên berxwedana Kobanê û têkoşîna azadiya jinê, demek beriya çalakiya xwe pêk bîne, li taxa Kaniya Kurdan derbarê şerê li gundê Kîkan ê ku dikeve rojhilatê herêma Kobanê de ji nûçegihanên ANHA`ê Hogir Mustefa û Serbest Elî re axivî bû. Ajansa ANHA´yê vê hevpeyvîna li gel Arîn Mîrkan kir, ji xwendevanên xwe re weşand.

Çete çawa nêzî têkoşîna jinên Kurd dibin?

Duh bêtêla me ketibû destê çeteyan. Gelek caran çete bi me re li ser axivîn û her digotin "Em tiştekî bi we nakin, werin û xwe radestî me bikin" ji hevalên xort re digotin "Hûn çima jinan dixin refên pêş û li paş wan disekinin". Bi rastî jî mirov nikare behsa wan şeran bike, ji milekî ve girane û ji milê din ve mirov nikare bi gotinan bîne ziman. Di şerê li gundê Kîkanê de tiştê herî zêde ez pê bi bandor bûm hevalekî me yê bi navê Çavreş hebû, wê demê ew birîndar bû. Tangê li quncekî malekê da, ew di wê malê de bû û ez jî li beramberî wî sekinîbûm. Tangê li du hev gelek top avêtin dîwarê wî xanî heya ku kunek vekir, çawa ew kun hat vekirin, hevalê Çavreş BKS`ya xwe xist wê kunê û ji wir ve li tangê da. Heval bi ruhekî berxwedanê heya birîndar bû bi qehremaniyekê li hember çeteyan şer kir. Ji bo me ew mîna mesajeke ji çeteyan re bû..

Hun şerê çeteyan çawa dibînin?

Piraniya şerê DAIŞ`ê, şerê psîkolojî ye. Bi qîreqirê û çekên xwe yên giran êrîş dikin. Beriya êrîşî deverekê bikin, destpêkê bi çekên giran û hawanan lê didin û piştî ku her deverê xera dikin, êvarê êrîş dikin. Li hemu gundên me terzekî wisa bi kar anîn tu carî şerê sing bi sing nekirine. Şerê wan hemû şerê teknîkê ye.. Heya di şerê Kîkanê de, destpêkê hawan, çekên giran û topên tangan bi kar anîn. Tu lê temaşe dikî, hevalên me heya dawiyê di çeperên xwe de dimînin, wisa bêyî ku bi xwe yan jî kesayeta xwe de bifikirin şer dikirin û li ber xwe didan, heya hin hevalên me digotin eger malên vî gundî hemu ji min re bibin goristan jî dîsa em dev ji vî gundî bernadim. Li vir berxwedaneke bê hempa tê meşandin. 24 seatan ev heval di çeperên xwe de şer dikin.

Li gund şerek çawa çêbû?
Seat derdora 16.00`an şer dest pê kiribû. Êdî li wî gundî di navbera me û çeteyan de tenê 2 mal hebûn, yanî mesafeya 100 metre tenê di navbera me û wan de hebû. Me dizanibû ew li pey me ne û dema ku dunya tarî bibe ewê dest bi êrîşên xwe bikin. Wisa heya 2 rojan em li wî gundî man. Hawan davêtin me û çekên giran bi kar anîn, lê me li beramberî wan kilaşinkovên xwe bi kar anîn, lê ji ber ku di malan de bûn çekên me fêde nedikirin. Rojekê em hemû heval di çeperên xwe de hişyar bûn. Em 3 kom bûn. Me hemû tevgerên çeteyan dişopandin û ji paş ve jî me qordîneya şer dikir. Carekê me dît ku çete ketin maleke di pişt çepera hevalên me lê bûn, yanê ew ketin navbera me û hevalan de û heval di pişt xwe de hiştin. Wê demê me her parastinan wan dikir. Me ji hevalên di çeperê de got ku ji pişt xwe de bi bombe û RBC`yê li wan bidin. Wan hevalan RBC û bombe avêtin. Di wir de hevalekî me bi navê Çekdar Amed şehîd ket û hevalek jî birndar bû. Wisa em man heya seatên êvarê. Wê demê çeteyan duman derxistin û di nav de reviyan û bombe davêtin wan hevalan. Di nav dumanê de me nikaribû bandor li wan bikin. Wê demê 3 hevalên me birîndar bûn. Me parastina hevalên xwe kir heta ji malê derketin.

Şer hîn jî dewam dikir, yan qediya?
Nav vê carê li dora me kes nema û çete ketin pişta me. Carekê min dît siya wan gihişte ber mala em lê ne. Wê demê 3 kes bûn, hevalekî li gel me gule li wan barand û em ji wê malê derketin. Wê demê hejmara wan çeteyan zêde bûn. Em jî tenê 3 kes bûn. Çi kirin ku pêşve bên, me nehişt pêşve bên. Carinan yek ji wan dihat lê dîsa jî paşve vedigeriya. Em vegeriyan mala pişt, min ji hevalê li gel xwe Şervan re got "Ka bê şûna min, ezê biçim û rewşa hevalan binêrim". Dema ez ji gera xwe vegeriyam hevalê Şervan ji min re got "dengê xwe daxe û qut bike, hin kes li vir hene". Carekê me dît ku 4 kes hêdî hêdî tên. Min jê pirsî "ka ev hevalên me ne, lê DAIŞ in?" Ji ber ku heval Şervan nû bû, min ew da pişt xwe. Min lê nêrî ku çete pir rihet tev digerin. Heya wê demê min jî teqez nekiribû ka kî ne. Tenê 4 metre di nava me de bûn. Ez li ber kevirekî runiştîbûm, wan ez nedîtim, lê min ew didîtin. Destpêkê min got belkî heval in, ji ber ku bi rihetî hereket dikirin, dema me fêm kir ku çete ne min ew naskirin.

Pevçûn çêbû?

Carekê min got "heval" wan gotin "Elah û Ekber" û min gule li wan reşand û ew kuştin. Yekser min fêm kir ku em ketine nava hev. Wê demê ji bo parastinê min got em malekê paşve vegerin. Êdî seat gihişt derdora 22.00`an û em ketin nava hev. Hevalên me yên birîndar jî hebûn, em kêmek sekinîn heya şevê ji bo wan hevalan derxin û wisa şerê me dom kir heya nîva şevê. DAIŞ ne bi tenê ye hêzeke wisa ye ku ji gelek welatan alîkariyê digre. Biyanî di nava wan de gelek in. Weke mînak wê rojê hevalên me çend çete esîr girtibûn di nava wan de kesên ji Belcîkiyayê hebûn".


NAZDAR EBDÎ/ANHA/KOBANÊ


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder