Li aliyê din Fuad bi çalakiyên cûr bi cûr ve jî tê bibîranîn. Bi heman mebestê jî li paytext Berlînê semînerek hate organîze kirin. Semînera li ser jiyan û têkoşîna Dr. Kemal Fuad ji aliyê Civata Azad ve hate lidarxistin. Di bîranînê de helbestvan û siyasetvan Kurmanc Harikî ku yek ji hevalên nêz yê Dr. Kemal Fuad bûye, li ser jiyan, têkoşîn û mirazên Dr. Fuad gotarekê pêşkêş kir.
15 salî dibe komunîst
Helbestvan Harikî wiha destnîşan kir ku li gel vê bingeha ji mîr û xanedanan jî ew tim di nav gel de bûye û ji bo serfiraziya wî têkoşiyaye. Harikî wiha li gotara xwe berdewam kir: "Dr. Kemal hêj di 15 saliya xwe de dikeve bin bandora hizra komunîstî û bi (Huzb ul Ehrar) re kar kiriye. Di 20 saliya xwe de dibe berbirsê partiya komunist ya beşê Silêmaniyeyê. Di sala 1947'an de beşdarî li serhildaneke li diji Înglizan kiriye. Herwisa di sala 1952'an de jî li Silêmaniyeyê serhildanekê li dijî pergalê birêkxistin dikin. Heta sala 1956'an bi awayekî aktîf li gel partiya komunîst kar dike. Wisa jî di jînenîgeriya Fuad de girtîgeh û êşkence jî ciyên girîng digirin. Dr. Fuad ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Şêx Mehmûdê Berzencî bi partiya komunist re dikeve nav nakokiyan û dev ji hevaltiya wan berdide.
Dr Kemal Fuad piştre diçe Bexdayê zanîngehê dixwîne û li Lubnanê jî master çêdike. Li Almanya li aliyê rojhelat dimîne, li zanîngeha Humboldtê berdewam dike. Li wir li ser wêje û zimanê Kurdî dixwîne û doktora werdigire. Dr. Kemal Fuad herwisa yek ji damezirînerên komeleya Xwendekarên Kurd a li Ewropa jî bûye."
Kurmanc Harikî li ser bicihbûna Dr Fuad a li rojhelatê Almanya jî wiha axivî: "Hatina Berlîna rojhelat ji bo wî tercihek bû, ji ber ku ew li ser hizra çepgiriyê bû, wisa jî di nav nivîskar û zanyarên rojhelat de ciyekî wî rêzdar hebû. Dr. Kemal Fuad wek fikr û îdeolojî ji Îbrahîm Ehmed û Cemîl Rojbeyanî wan re nêzîk bûye. Di sala 1975'an de li Berlînê li gel Mam Celal (Celal Talabanî) dicivin. Ji bo avakirina rêxistineke nû li hev dikin. Wek nêrîn Dr. Kemal tim layangirê nêzîkbûna partî û rêxistinên Kurdan bûye. Piştî PDK û YNK li hev dikin ew jî dibe serokê parlamenê û 3 salan kî karî bi rê ve dibe. Ji ber nexweşiya xwe dîsa li Berlînê vedigere."
Helbestvan Harikî diyar kir ku ji ber xanima Dr. Kemal Helga xan û kurê wî ji mêj ve miribûn, du salên dawî ew û malbata wî tim li gel wî bûne.
YEKO ARDIL/BERLÎN
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder