Sedsal wê bibe ya Kurdan
Endamê Komîteya Amadekar a Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm diyar kir ku ji bo lidarxistina kogreyê bingeh amade ye. Xelîl bal kişand ku çiqas zû were li dar xistin ew qas baş ̧e û got ku divê sedsala bê bibe ya Kurdan.
Der barê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de Endamê Desteya Rêveber ê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Endamê Komîteya Amadekar ê Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm di hevpeyvînek bi ajansa RojNewsê re diyar kir. Îbrahîm got divê dewletên herêmî ji Kongreya Neteweyî netirsin. Îbrahîm da zanîn ku armanca wan ji kongreya Netewî ewe ku aştî û demokrasiyê bênin herêmê. Xelîl ku got: “Divê Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî dest bi karên xwe bike“ û têkildarî yekîtiya neteweyî pirsên me bersivandin.
Niha heta çi astê guncave ku amadekariyên ji bo Kongreya Neteweyî dest pê bikin û ji bo konge were lidarxistin?
Em wekî Kurd erk û pêdiviyên vê qonaxê bêyî Kongeya Neteweyî nikarin para xwe ya vê qonaxa hestyar û çarenivisiyê bi dest bixin. Navçe hemû di nava guhertinan de ye, ev guhertin bi awayekî bi lez rû didin. Lewra Kongreya Neteweyî hêviya gelê Kurd e. Di rastiyê de em dereng ketin, diviya bû heta niha kongre hatiba lidarxistin. Ji ber di kongreyê de ji bo vê qonaxa siyasiya nû ya Kurdan re wê salek li ser Peymana Saykis Pîko re derbas bibe. Divê nexşeya Saykis Pîko were guhertin. Nabe sed sal li ser Saykis Pîko re derbas bibe. Nabe Kurd ji bo vê qonaxê, guhertin û pêşveçûnan bê amadekarî be. Divê Kurd xwe amade bikin, siyaset û stratejiya xwe darêjin.
Mijara Kongreya Neteweyî berpirsyartiyekî mezin e, pêwîstiyekî giring a vê qonaxê ye. Niha em di qonaxekî hestyar re derbas dibin. Em ligel terorîstan di nava şer de ne û ev ji bo Kurdan cihekî giring e. Pirsgirêka Kurd ji berwedana di vê qonaxê de nîşandayî, nêzî hezar û 500 kîlometre axa Kurdistanê tê parastin. Ev tiştekî pir giring e û pişta terorîstan ji aliyê Kurdan ve tê şikandin. Niha hevpeymaniyeke navneteweyî heye. Divê em di vî şerî de serkeftî bin, ji bo em di çareserkirina pirsgirêka Kurd de serbikevin. Ji bo em li her parçeyekê bibin xwediyê taybetmendiyên xwe yên taybet. Kongreya Neteweyî dikare destnîşan bike ku Kurd çawa dikarin mafê parastina rewa encam bidin. Siyaset û stratejiya nû ya neteweya Kurd çawa be, çawa xizmeta çand, ziman û pirsgirêkên xwe yên di warê civakî, ciwan û jinan de bikin. Her wiha em çawa destkeftiyên xwe pêşbixin, biparêzin û servetên xwe yên xwezayî ji bo xwe biparêzin. Divê em ji bo van tiştan hemûyan planekî baş daynin.
Kurdistan di warê petrol, av, dewlemendiya bin erdî, xwezayî û tiştên din de erdingariyek pir dewlimend e. Îro ger ava Bakur û petrola Başûr hev bigre û alîkariya hev bikin, wê Kurd bibin gelekî pir dewlemend. Her wiha wê hemû pirsgirêkên li welatên me ber bi çareseriyê ve biçin, ji ber ku hemû dewletên herêmê pêwîstiya wan bi av û petrola me heye. Em jî di nav herdu aliyan de dewlimendin, şerê niha û siberojê jî li ser av û petrolê ye. Divê siyasetekî taybet ji bo vê mijarê were danîn. Lewra ev tişt hemû bi Kongreya Neteweyî pêk tên. Her çendî hinek nakokiyên siyasî û astengî li pêşiya vê kongreyê hebin jî, divê em zû van astengiyan rakin.
Di dema amadekariyên Kongreya Neteweyî de çi pirsgirêk hatin pêşiya Komîteya Amadekar a kongreyê û wisa kir ku hûn kongreyê taloq bikin?
Pirsgirêk hebûn, lê ew pirsgirêk ne di nava Komîteya Amadekar de bûn. Raste dîtinên cuda cuda di nava Komîteya Amadekar de hebûn. Mînak pirsgirêka hêjmarê hebû, ango endamên kongreyê çawa bin û çawa werin parvekirin. Ev parvekirin li ser parçeyên Kurdistanê li gor cihê siyasî be, li gor hêjmara rûniştvanan an jî tiştên di rojevê de be. Yan jî sîstema serokatiya kongreyê çawa be? Gelo hevserok be yan jî serokatiya wê hebe. Ev ji bo çend dewreyan be, çawa kar bike û li kuderê be? Ev pirsgirêk hebûn, lê pirsgirêkek tune bû bibe sedem ku kongre neyê lidarxisitn. Belkî pirsgirêka herî mezin hinek nakokî hebûn, ev jî li derveyî Komîteya Amadekar û di nava partiyên serekî yên Kurdistanê de hebûn. Gelek nakokî li ser rojavayê Kurdistanê hebûn, bi rastî ya Rojava girêya kur bû. Ji ber pirsgirêk di navbera Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENK) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) de hebûn. Pirsgirêk li ser sînor hebûn.
Pirsgirêk zêdetir di navbera du aliyên serekî yên Kurdistanê, PKK û PDK’ê de hebûn. Niha piştî ku pêşmerge çûn Kobanê û şerê DAIŞ’ê derket pêş. Em hemû ji Helebê heta digihe Celewla û Xaneqînê li dijî terorê di eniyeke şer de ne. Her wiha li Dihokê di navbera TEV-DEM û ENKS’ê de peyman hat îmzekirin. Ango çûyîna pêşmergeyan ji bo Kobanê û bi riya Amerîka Tirkiye hat er ê kirin. Birayên YPG û PYD’ê jî li ser şandina pêşmergeyan û alîkariya ji bo Kobanê razî bûn. Her wiha hevpeymaniya navneteweyî ji bo Şengal, Mûsil û Mexmûrê alîkariya pêşmergeyan dike, bi vî awayî li Kobanê jî piştgirî û alîkariya Kurdan dike. Ev pêşketinekî mezin e. Ligel peymana Dihokê, ev 3 xalên ji bo Kurdan pir girîng in û dikare bingeheke xweş ji bo Kongreya Neteweyî ava bike.
Ev pirsgirêk li derveyî Komîteya Amadekar bên çareserkirin û ji bo Komîteya Amadekar di amadekariyên kongreyê de serkeftî bibe. Piraniya karûbarên Komîteya Amadekar temam bûne. Rapor hatin nivîsandin û tenê rapora siyasî mabû. Pirsgirêk di rapora siyasî de hebûn. Mînak; dihat gotin ku çima zêdetir mafê axaftinê di hinek mijaran de zêdetir dane, yan jî çima parçeyekî ji parçeyekî din zêdetir maf pê hatiye dayîn. Bi baweriya min ev jî ne pirsgirêkekî mezin e. Piştî ku birêz Abdullah Ocalan nameyek ji serok Barzanî re şand, ji bo van mijaran jî dergeh vekirî hiştibû, dîsa pirsgirêka serokatiya kongreyê jî ne pirsgirêkekî ewqas mezin e.
Îro demeke pir guncav heye û pêwîst e Komîteya Amadekar dest bi kar bike. Ji ber ku niha piştgiriya navneteweyî heye. Ji ber ku niha navê Kurdan li hemû cîhanê belav bûye. Îro berxwedana Kobanê manşeta hemû rojnameyan e. Ev ji bo Kurdan cihê serbilindiyê ye. Ji bo gelê Kurd giring e ku berî meha adara 2016’an, siyaseta xwe ya neteweyî bi temamî danîbe, ji ber ku di vê salê de wê sed sal li ser peymana Saykis Pîko re derbas bibe. Dîrok pir giring e. Îro 500 sal li ser Çaldiranê re derbas dibe û cara yekemîn Kurdistan hat parçekirin. 100 sal li ser şerê cîhanê yê yekemîn re derbas dibe. Lewra giring e em dîrokê bikin rawestgehek ji bo em ber bi qonaxekî din ve amade bin. Divê sedsala bê bibe sedsala gelê Kurd.
Ev demek dirêj e ku gelê Kurd daxwaza Kongreya Neteweyî dike. Her wiha dema tu ji her aliyekî siyasî pirs dikî, ew jî daxwaza lidarxistina kongreyê dikin. Sedem çiye heta niha kongre nehatiye lidarxistin?
Berê rewşa gelê Kurd ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ne zêde guncav bû. Di 2013’an de jî dema amadekariyan dest pê kir, gelek karên baş hatin kirin. Hêzên her çar parçeyên Kurdistanê nêzî hev bûn û ev ji bo wê yekê bû ev pirsgirêkên me behs kirine, derbikevin. Divê îro ji bo Kongreya Neteweyî hemû partî cidî bin. Ji ber gelek guhertin hene û dîrok jî rehmê li tu kesê nake. Me wekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê gelek hewldan kirin, niha jî em di nava hewldanan de ne. Me ligel biraderên Qendîlê jî guftûgo kirin. Em ê di demekî nêzîk de ligel PDK û YNK’ê jî biaxivin. Me ligel TEV-DEM û ENKS’ê jî axiviye. Em wekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê daxwaz dikin ku di demekî herî kurt de Kongreya Neteweyî were lidarxistin. Her wiha em daxwazê ji rêxistinên civaka sivîl, ciwan, jin û kesayetiyan bikin ku bikevin tevgerê.
Nabe kongre bibe kongreya partiyan, belkî di rastiya xwe de Kongreya Neteweyî be. Em ligel wê yekê ne Komîteya Amadekar dest bi kar bike. Ji ber ku hinek kesayetî û rêxistin hene, ew jî beşdar bibin û bibin xwedî rol.
Çi rolê dewletên herêmî û navneteweyî li ser taloqkirina Kongreya Neteweyî hebû, her wiha dîtina wan a li beramberî Kongreya Neteweyî çawa bû?
Dewletên herêmî dixwazin bizanin em bi riya Kongreya Neteweyî çi bikin û em çi dixwazin. Divê em armanca Kongreya Neteweyî ji bo dewletên herêmî û navneteweyî aşkera bikin. Di despêka amadekariyên Komîteya Amadekar a kongreyê de, hin zanyarî gihiştin destê me ku hinek têbiniyên Îranê li ser kongreyê hene. Diyar bû desteya serokatiya Komîteya Amadekar ligel Îranê axivîbûn û ji wan re armanca kongreyê behskiribûn. Lê ger ew jî razî nebin an jî pirsgirêkan ji bo kongreyê derbêxin, em nikarin li gor destûra wan kongreyê saz bikin. Dibe ku pirsgirêk û sansorê dirûst bikin, lê divê em wan piştrast bikin ku kongre ji bo tu welatekî din nabe metirsî. Berevajî kongre wê bibe sedemê aramî, azadî, demokrasî, pêşveçûna aborî û siyasî ya herêmê. Bêguman em dixwazin kongre di berjewendiyên hemû welatên herêmê de be. Kongreya Neteweyî karekî aşkera ye û ajandayekî veşartî di nav de nîne. Hemû karûbarên kongreyê vekirîne.
Em ê nameyekê pêşkêşî cîhanê bikin û bêjin em Kurd di vê qonaxê de pêwîst dibînin ku vê kongreya xwe lidarbixin. Di nameyê de em ê bi aşkerayî behsa armancên kongreyê bikin. Her wiha pêwîst e bi riya dîplomasiyê bi awayekî zelal ji welatên herêmê re bê gotin. Bêguman partiyên me, kêm-zêde peywendî ligel dewletan heye, her kes bi riya xwe dewletên herêmê têbigihînin ku armanca lidarxistina Kongreya Neteweyî çiye. Dîsa divê Komîteya Amadekar bi riya lijneyeke dîplomasiyê guftûgo ligel dewletên herêmê bimeşîne.
Kongreya neteweyî wê bibe bersiva dijmin
Gelo Kongreya Neteweyî ya Kurd dikare di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan çi bike? Gelo ger kongre neyê lidarxistin, wê çi rûbide?
Pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ye. Êrişên DAIŞ’ê jî ew yek eşkere kiriye ku pirsgirêka Kurd yek e û dijmin jî yek e. Em gelekin, xakeke me heye û erdnîgariya me jî yek e. Dîrokê zilm li me kiriye, em kirine parçe parçe û dewletên dagirker li dijî Kurdan ev rol leyîstine. Ji bo Kurd bersiva van dagirkerî û zilmane bide. Divê gelê Kurd xwe ji bo dîzayna nû amade bike. Nabe çavê me li dewletên dagîrker bin. Ev dewlet nabin dewletên demokrat, ji ber ji bo berjewendiyên dewletan hatine çêkirin, nikarin xwe di bingeh de biguherînin. Her wiha ji ber ne bi îradeya gelên herêmê hatine avakirin. Kurd geleke û hêjmara rûniştvanên wê zêdetirî 40 milyonan e. Heta nebûne xwediyê heremekî girêdayî xwe ya siyasî, al û cih tune ne. Lewra divê kongreya neteweyî van pirsgirêkan çareser bike, xal li ser hemû tîpan dane. Siyaset, plan û nexşe riyê dane ku Kurd çawa bibin xwedî cih û mafên xwe bi dest bixin.
PEYWEND KURDÎ /ALÎ DAGLI / ROJNEWS / HEWLÊR
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder